Li Mêrsînê 38 xwendevan hatin binçavkirin

Li Tirkiyeyê Zanîngeha Mêrsînê di navbera xwendavên Tirk û Kurd de şer derket û 38 xwendevan hatin binçavkirin.

K24 – Mêrsîn

Li Tirkiyeyê Zanîngeha Mêrsînê di navbera xwendavên Tirk û Kurd de şer derket û 38 xwendevan hatin binçavkirin.

Li zanîngeha Mêrsînê komek xwendevanên Tirk bi helkefta salvegera mirina nivîskar Huseyîn Nîhal Atsiz çalakiya bîranînê kirin. Lê nêzikê 200 xwendevanên çepgir û Kurd li hemberî bîranînê nerazîbûn nîşan dan.

Piştre xwendevanên zanîngeha Mêrsînê bihevketin û di encam de gelek kes birîndar bûn û 38 xwendevan jî hatin binçavkirin.

Heman rojê li Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê jî şer hebû. Komek nîjadperest êrîşê xwendevanên Kurd kirin û 3 kes birîndar bûn.