"Li Tirkiyê kîna li beramberê Elewiyan zêde bûye"
Li Tirkiyê li ser rewşa Elewîyan lêkolinek hat kirin û di encam de derket holê ku Hikûmet welatiyên Sûnnî di ser Elewiyan re digire.
K24 - Enqere
Li Tirkiyê li ser rewşa Elewîyan lêkolinek hat kirin. Di encama lêkolinê de derket holê ku Hikûmeta AKPê welatiyên Sûnnî di ser Elewiyan re digire û ji ber vê yekê jî kîna li beramber Elewiyan zêde bûye.
Rewşa Elewiyên li Tirkiyê bi lêkolînekê hat nirxandin. Li gor lêkolinê di desthilatdariya 13 salan a AKPê de, baweriyên cûda raberî hev du hatine kirin û bi vê yekê aştiya di nava bawerî û rengên cuda yên ciwakê de ji holê hatiye rakirin.
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş derbarê mijarê de diyar kir ku AKP kesên ne di fikra wan de ye wekî neyar dide nişandan û got: "AKP dibêje em ê ji bo welatiyên Elewî gavên baş biavêjin. Lê belê AKP di vê mijarê de nerast e. Tenê civakê dixapîne. AKP li dijî Elewiyan bi kîn tevdigere û dijminahiya wan dike. Hêzên Ewlehiyê dibêjin dê DAIŞ êrîşî Elewiyan bike û bi vê yekê tirs û xofê dixe dilê Elewiyan."
Sekreterê Giştî yê Weqfa Çanda Anotiliyayê ya Hacibektaş Sadik Ozsoy jî da zanîn ku bi damezrandina AKPê kîna li dijî Elewiyan gelekî zêde bûye: "Ez tu caran ji bîr nakim Serokkomar di mitîngeke xwe de ji bo kuştina Ebu Suid got; “kuştina wî pêwîst bû. Ev mînak dide xuyakirin ku ew ji Elewiyan aciz e û dixwaze wan asîmîle bike."
Li gor Peymanên Navnetewî hemû mirov di mafên xwe de wekhev in, divê kesek ji ber reng, zayend, nijad, ol, fikir û nerînên siyasî neyê dabaşkirin û di ser hevdu re neyên girtin. Herçiqas Tirkiye peymanên bi vî rengî qebûl kiribe jî, li gor wan tevnagere û di navbera welatiyan de cûdakariyê dike û ev yek jî rê li ber aştiya civakî digire.
Sekreterê Giştî yê Weqfa Çanda Anotiliyayê ya Hacibektaş Sadik Ozsoy