Tevgera Goranê hewla avakirina hêzek leşkerî dide
Wezareta Pêşmerge hişyariyê dide û diyar dike ku “ew bi ti awayî rê nadin.”
K24- Hewlêr
Serkirdeyekî Tevgera Goranê hewla pêk anîna hêzeke leşkerî dide, Wezareta Pêşmerge jî hişyariyê dide ku “nabe ti hêzek li derveyî wezaretê were avakirin.”
Piştî ku Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê, Ebdulla Kwêxe Mubarek li Çemçemalê, pêşniyara pêkanîna hêzeke leşkerî ya taybet bi wê tevgerê di bin navê “yekîneya 90” de kiriye.
Navborî li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê belav kiriye jî ku, niha wan dest bi nivîsandina navê xwe bexşan kiriye.
Di vê derbarê de Serokerkanê Wezareta Pêşmerge, general Ceman Mihemed hişyarî da Tevgera Goranê û tekez kir ku “li gorî yasayê, kes nikare hêzekê li derveyî Wezareta Pêşmerg pêk bîne.”
Cemal Mihemed ji K24ê re diyar kir ku, ew bi ti awayekî rê nadin ku hêzek li derveyî desthilata wan were avakirin.
Navborî da zanîn jî ku, eger wan kesan biryar dabe ku wek xwebexiş bergiriyê li axa Kurdistanê bikin “ew tiştek asayî ye, lê eger ji bo mebestin din be, dê rêgirî li wan bê kirin.”
Beriya niha jî, parlementerê Goranê, Bêstûn Fayiq ji K24 gotibû ku, pêkanîna hêzeke taybet bi tevgerê tenê pêşnyar e, dê her di wê çarçoveyê de jî bimîne.