Bedirhanoglû: Divê em têkoşîna xwe ya rewa bêwate nekin
Avahiyên ku di şer û pevçûnan de kavil bûne, hatine şewitandin û rûxandin û nişteciyên naçar mane ji malên xwe yên xirabe koç dikin. Dimenên bi vî rengî niha li gelek navçeyên li Bakûrê Kurdistanê zêde dibin. Sûr a Navçeya Diyarbekirê jî yek ji wan navçeya ye ku bi mirateyên xwe yên dîrokî teqrîben salekî berê qaşo qetibû bin garantiya UNESCOyê.
K24 – Diyarbekir

Serokê Saziya Karsazên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê GUNSİADê Şahîsmaîl Bedirhanoglû ji K24ê re, diyar kir ku suda şer û tundiyan ji Kurdan tune ye û diyar kir ku PKK û YDG-H bi şerên li navçeyên sivîl, kirinên dewletê yên tundrew rewa dike.
Bedirhanoglû ji K24ê re axivî: “Bi xendekan ku şêwaza şoreşa li Fransayê de100 sal berê hatiye bikaranîn, di vê serdemê de bikaranîn tenê fantaziyeke. Lê ev fantezî berdelên giran bi civakê didin dayîn. Divê em têkoşîna xwe ya rewa wiha bêwate nekin.”
Serokê Komeleya Mafên Mirovan İHDê yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî jî daxuaynd ku wan serî li hemû saziyên navdewletî daye ku pêşî li wan aloziyan bigrin û diyar kir ku dewletê di salên 1990-an de gundan bi vî awayî xirab kir niha jî naçe û bajaran xirab dike.
Bîlîcî ji K24ê re got: “Wek komeleya mafên mirovan bang li herdu aliyan jî dikin, em dibêjin dev ji çekan bedrin, çek bila rawestin û bi rêya danûsitendinan, diyalogê çareseriyan çêkin.”
Li Navçeya Sûrê dora 500 dikan ji bo girtina kargeha xwe serî li saziyên fermî dane û welatiyên ku li 4 taxên navçeyê diman jî ji sedî 90 di nav bajêr de koçber bûne.