Bedirhanoglû : Siyaseta xendekan dibe sedema bedelên giran

Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin ku Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî ji bo proseya aştî û çareseriyê zêdetir rola xwe bibîne.

K24 – Diyarbekir

Saziyên sivîl ji alozî û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê nerazî ne û radighînin ku bi wan şêwazan tu alî nikarin, tiştekî çareser bikin. Herwiha dibêjin, divê ji bo bi danûstandinan, siyaseta sivîl û çareserkirina pirsgirêkan careke din proseya aştiyê destpê bike. Saziyên sivîl daxwaz dikin ku Serokê Herema Kurdistan Mesûd Barzanî Mesûd Barzanî ji bo proseyeke aştî û çareseriyê zêdetir rola xwe bibîne.

Avahiyên ku di şer û pevçûnan de kavil bûne, hatine şewitandin û ruxandin û nişteciyên wan neçar mane ji malên xwe yên wêran koç dikin. Dimenên bi vî rengî niha li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê zêde dibin. Sûra Navçeya Diyarbekirê jî yek ji wan navçeya ye ku bi mirateyên xwe yên dîrokî teqrîben salek berê qaşo ketibû bin garantiya UNESCOyê.

Serokê Saziya Karsazên Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê (GUNSİAD) Şahîsmaîl Bedirhanoglû, diyar kir ku suda şer û tundiyan ji Kurdan nîne û PKK û YDG-H bi şerên li navçeyên sivîl, kiryarên dewletê yên tund rewa dike: "Bi xendekan ku şêwaza şoreşa li Firansayê  de 100 sal berê hatiye bikaranîn, di vê serdemê de bikaranîn tenê xeyaleke. Lê ev xeyal dibe sedema bedelên giran. Divê em têkoşîna xwe ya rewa wiha bêwate nekin."

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) yê Diyarbekirê jî daxwiyand ku wan serî li hemû saziyên navdewletî daye daku rê li van aloziyan bigrin û diyar kir ku dewletê di salên 1990an de gund bi vî awayî xirab kir niha jî bajaran wêran dike: "Wek Komeleya Mafên Mirovan em bang li herdû aliyan jî dikin, em dibêjin dest ji çekan bedrin, çek bila rawestin û bi rêya danûstandinan û diyalogê çareserî bên peydakirin."

Li Navçeya Sûrê teqrîben 500 esnaf ji bo girtina kargeha xwe serî li saziyên fermî dane û welatiyên ku li 4 taxên navçeyê diman jî ji sedî 90 di nav bajêr de koçber bûne. Qedexe û şer û pevçûnên li navçeyê jî hê berdewam in.