Li Bakurê Kurdistanê rewşa aloz berferehtir dibe

HDP û DBP bangwaziyê li xelkên navçeyê dikin, polîs jî êrîşî her xwepêşandanekê dikin.

K24- Diyarbekir

Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê zêdetir  û berferehtir didomin. Li Sûra Diyarbekrirê û Li Kerborana Mêrdînê qedexeya derketina kolanan didom in. Li Diyarbekirê jî ji bo şermezar kirina wan qedexeyan Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û Partiya Heremên Demokratîk DBPê bangewazî kiribûn. Parêzgariya Diyarbekirê jî ragihandibû ku dê destûr nedin xwepêşandaran.

Piştî bangawaziyen ku rojek berê ji aliyê HDPê û DBPê ve hatibûn kirin, duh di saet 11 û nîvan de, xwepêşandar, li kolanên nêzîkî navçeya Sûrê lihev civiyan. Xwepêşandana ku bi beşdariya hevseroka HDPê Figen Yuksekdag, Hevserokê Şaredariyê Firat Anli hevserokên bajêr yên HDP û DBP destpê kir, di demeke Kurt de bi destêwerdana polêsan ya bi bombeyên gazê û ava şit li seranserê bajêr belav bûn.

Di aloziyen ku bi taybet li Navçeyên Yênîşehîr, Baglarê de gelek kes birîndar bûn. Li gor agahiyên dawî 2 kesên bi navê Şerdil Cengizê 21 salî û Şiyar Salmanê 18 salî li parka Koşûyoliyê birîndar bûne û rakine nexweşxaneyê, herdû civanan li nexweşxanê canê xwe ji dest dane.

Disa hêjmar nediyarbe jî gelek kes hatine desteser kirin.

Ji ber aloziyan li bajarê Diyarbekirê hemû jiyan rawestiya ye. sazî û kargehên fermî û nefermî jî piştî nîvroyê girtin û din av kolanan de tenê aloziyên di navbera xwepêşandar û hêzên ewlehiya dewleta Tirk man e.

Alozî û pevçûn li seranserê bajêr berdewam dikin. ji ber bombeyên gazê jî gelek welatî nexweş ketin û birîndar bûn.