Rejîma Sûriyê navenda Merc El-Sûltan kontirol kir
Rewangehê da zanîn ku rejîma Sûriyê û çekdarên Hizbûlah berî Mehekê bi armanca kontirolkirina wê navçeyê amadekariyê xwe dikirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rejîma Sûriyê navenda Merc El-Sûltan ya esmanî û gundên derdorê ku dikeve rojhilatê Şamê kontirolkir.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand, ku ji slala 2012 an ve, popzîsyona Sûriyê navenda esmanî ya Merc El-Sûltan rizgar kir bû, lê duh hêzên rejîma Sûriyê karîn wê navendê careke din kontirol bike.
Rewangehê da zanîn ku rejîma Sûriyê û çekdarên Hizbûlah berî Mehekê bi armanca kontirolkirina wê navçeyê amadekariyê xwe dikirin.
Li gor rewangehê kontirolkirina wê navendê ji aliyê rejîma Sûriyê serkeftinek bû, ji ber ku navenda Merc El-Sûltan, weke navçeyeke giring ya opozîsyona Sûriyê dihat naskirin.