Eniya el-Nusrayê 80 çekdarî ji milîşyayên Îranî û Iraqî dikuje
Eniya el-Nusrayê radigehîne ku bêhtir ji 80 milîşyayên Îranî û Iraqî di şerê li başûrê Helebê de hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Eniya el-Nusrayê radigehîne ku bêhtir ji 80 milîşyayên Îranî û Iraqî di şerê li başûrê Helebê de hatine kuştin.
Eniya el-Nusrayê ragehand ku, şeva borî mîlîyayên Îranî û Iraqê yên li aliyê rêjîma Sûriyê şer dikin, xwastin li gundê Banis ya başûrê Helebê de pêş bikevin, lê wan karîne bêhtir ji 80 çekdarî ji wan mîlîşyayan bikujin.
Eniya el-Nusrayê ya wek basikê “Qaidê” li Sûriyê tê naskirin, li ser malpera xwe ya Twetterê kurte vîdyoyek belav kir ku, tê de xuya dike çawa karîne kontrola gundê Banisê bikin.
Tê zanîn ku, hêzên rêjîma Sûriyê êrîşek li başûrê Helebê kirin, lê li gor hatiye ragehandin ku, çekdarên “Fetih Heleb” karîne wan derveran ji destê rêjîmê Kontrol bikin.