Li Bakurê Kurdistanê şer; Hejmara qurbaniyan zêde dibe
Her diçe aloziyên li Bakurê Kurdistanê dijwartir dibin. Li gor çavkaniyên fermî û herêmî di van du rojên dawî de 26 kesan di pevçûnan de canê xwe ji dest dane û herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.
K24 – Diyarbekir
Her diçe aloziyên li Bakurê Kurdistanê dijwartir dibin. Li gor çavkaniyên fermî û herêmî di van du rojên dawî de 26 kesan di pevçûnan de canê xwe ji dest dane û herî kêm 10 kes jî birîndar bûne. Li Sûr a Navçeya Diyarbekirê, li Kerboran û Nisêbîn a navçeyên Mêrdînê jî pevçûn berdewam in.
Li Cizîr, Silopî, Sûr, Gimgim, Nisêbîn û Kerboranê di navbera xwenîşanderên ku nêzîkî PKKê ne û hêzên ewlehiya dewleta Tirk de şerekî dijwar her. Ji ber ko xendek bêne girtin û berbest bêne rakirin hêzên ewlehiyê bi tang û otomobîlên zirxpoş operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Bi hezaran leşker û polîsên hêza taybet jî ji bajarên wek Sêwas, Bolu û Ispartayê hatine û beşdarî operasyonê dibin.
Li gor ragihandina çavkaniyên sivîl, leşker li navçeyên Cizîr û Silopiyê deriyên xanî û kargehan dişkînin. Di pevçûnên li Silopiyê de mizgeftek hatiye şewitandin û herî kêm 6 xanî jî wêran bûne. Li Cizîrê jineke 45 sali bi navê Hedîye Şan a dayika 4 zarokan di nava pevçunan de bi guleyên kesên nenas hatiye kuştin. Esnaf û dikandarên navçeyên Şernexê, operasyonên li Cizîr û Silopiyê protesto kirin û dikanên xwe venekirin. Çar aliyên Cizîrê bi otomobîlên leşkerî hatine girtin.
Li 4 taxên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî pevçûn berdewam in û duh xwepêşanderekî bi navê Hisên Ehmed ku ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bû canê xwe ji dest da. Li Sûrê jî xaniyek bu armanca bombeyekê û ji malbatekê 7 kes birîndar bûn. Birîna 2 kesan xedar e.
Di heman bûyerê de 2 polîs birîndar bûn. Li gor çavkaniyên fermî û herêmî di van du rojên dawî de bi giştî 26 kesan di pevçûnan de canê xwe ji dest dane û herî kêm 10 kes jî birîndar bûne. Ji hêla din ve li navenda Diyarbekirê HDP û DBPê bi meş û çalakiyan operasyonên li Bakurê Kurdistanê protesto kirin.