PDKê behsa sîstemke nû ya hikumraniyê li Iraqê dike
Encûmena Serkirdayetiya PDKê di civîna xwe de behsa sedema derketina aloziyên li Herêma Kurdistanê dike.

K24- Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku, divê sîstema hikumraniyê li Iraqê ji nû ve were serrastkirin, bi awayekî ku mafê her pêkhateyakê têde parastî be.
Encûmena Serkirdayetiya PDK bi serpereştiya serokê partiyê, Mesûd Barzanî civînek berfereh encam da û li ser çn dpirsên naxweyî, Iraqî û pisrgirêkên li herêmê helwesta xwe diyar kir.
Di civînê de serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo çend welatên Kendava Erebî û Tirkiye bi girîng û serkeftî hat binavkirin. Herwiha tekez li ser berdewamiya siyaseta ragirtina hevsengiyê derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derdorê de hat kirin.
Derbarê rewşa navxweyî ya Iraqê, Encûmena Serkirdayetiya PDKê tekez kir ku, nebûna asoyeke zelal di çawaniya çareserkirina arîşeyan de, wiha kir ku tevaya pêkhateyan cared din li xwe vegerin û xwendineke din bo rewşê bikin.
Herwiha serkirdayetiya PDKê diyar kir jî ku, divê sîstema hikumraniyê li Iraqê ji nû ve were serrastkirin, bi awayekî ku mafê hemû pêkhateyan têde parastî be, herwiha hevbeşiya rasteqîne ya ligel Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, rêvebirin, leşkerî û darayê ve têde misoger be.
Serkirdeyatiya PDKê li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî bi pêwîst zanî ku çaksazî di gelek aliyan de bê kirin, ji bo ku jiyana xelkê baştir bibe. Herwiha derketina krîzên siyasî li Herêma Kurdistanê bo xwedina nelojîkî ya hin aliyan ji rewşa ku heyî re vegrand.
PDKê tekez kir jî ku, divê hemû krîzên li Herêma Kurdistanê bi rêya danûstan û diyalogê were çareserkirin. Piştgiriya xwe ya temam jî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî.
Encûmena Sekirdayetiya PDKê serxwebûna aboriya Herêma Kurdistanê bibaş zanî, tekez li ser geşkirina kerta çandinî û geştyarî û çend kertên din li navxweya Herêma Kurdistanê kir.
Derbarê sedema paşketina lidar xistina kongreyê 14emîn yê PDK, di daxuyaniyê de hatiye ku, ji ber hin sedemên lojîkî yên rewşa ku heyî kongre hatiye paşxistin, lê di demek nêzîk de wê civînek ji bo wê mebestê were lidar xistin.