Dewleta Yasa dixwaze butçeya Kurdistanê kêm bike
Fraksyona Dewleta Yasa hewl dide bi rêya Serokkomar butçeya Kurdistanê ji proje-yasaya butçeya sala 2016 ya Iraqê were kêmkirin.

K24 – Bexda
Fraksyona Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê ragehand ku hewl dide nivîsarekê ji Serokkomar re bişînin daku beşê butçeya Herêma Kurdistanê ji proje-yasaya butçeya sala 2016 ya Iraqê were kêmkirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê ser bi Fraksyona Dewleta Yasa, Îbtîsam Hîlalî ragehand ku berî pesendkirina proje-yasaya butçeya sala 2016 ya Iraqê, bi rêya nivîsarekê daxwaz ji Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm kirine daku beşê butçeya Herêma Kurdistanê were kêmkirin.
Li gor Hîlalî, beşê butçeya Herêma Kurdistanê di proje-yasaya butçeya sala 2016 ya Iraqê de wek berê ji sedî 17 hatiye diyarkirin, lê ew hewl didin kêm bibe û bibe ji sedî 13.
Hîlalî got: "Bi armanca kêmkirina beşê butçeya Herêma Kurdistanê berî ku proje-yasa were kêmkirin, Dewleta Yasa hewara xwe dighîne Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm." Herwiha da zanîn ku nêta wan heye ûmzeyên parlamenteran jî kom bikin ji butçeya Kurdistanê were kêmkirin.
Parlamentoya Iraqê di rûniştineke taybet de proje-yasaya butçeya sala 2016 ya Iraqê ligel butçeya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 bi piraniya dengan pesend kir. Li gor proje-yasayê, ji sedî 20 bac dikeve ser kartên mobîl telefonan, ji sedî 5 jî bo ser otomobîlan. Li gor naveroka proje-yasayê, rêjeya bacê bo ser madeyên alkolê ji sedî 100 zêde dibe.