"Demarê bazirganiya Diyarbekirê hatiye birîn"
Li gor rapora CHPê ya derbarê Sûrê de ji sedî 90ê navçeyê vala bûye û ji serê salê ve li Diyarbekir û navçeyên derdora wê heta niha 523 kesan canê xwe ji dest daye.
K24 - Diyarbekir
Li gor rapora CHPê ya derbarê Sûrê de ji sedî 90ê navçeyê vala bûye û ji serê salê ve li Diyarbekir û navçeyên derdora wê heta niha 523 kesan canê xwe ji dest daye.
Bi fermana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, Parlamenterê Hatayê Hîlmî Yarayici û Parlamenterê Stenbolê Îlhan Cîhaner derbarê navçeya Sûra Diyarbekirê de raporek amade kirin. Hat destnîşankirin ku beriya pevçûnan li navçeyê 24 hezar niştecîh hebûn û niha ji wan 22 hezar kesan malên xwe bicih hiştine û koçber bûne.
Kurteya raporê di medya Tirkiyê de hatiye weşandin, tê destnîşan kirin ku çiqas ji destê wan hatiye bi hejmareke zêde ya xelkê re axifî ne. Welatî dibêjin ku rojavayê Tirkiyê êş û azarên wan nabihîze û ji ber vê biratiya navbera gelê tirk û kurdan derbe xwariye.
Li gorî raporê ji 1ê çileya 2015ê heta 5ê kanûna 2015ê, li navçe û navenda Diyarbekirê 523 kesan jiyana xwe ji dest daye ku ji wan171 kes polîs û serbaz in, 195 kes militan û 157 kes jî sivîl in.
Nivîsên nijadperest ên li dîwaran, bangên li wesayîtên zirxpoş û dujîn û heqaretên ku li gel tê kirin hemû tîmên taybet nîşan didin. Parêzgarê Diyarbekirê dibêje derheqê hinek polîsan de lêpirsîn hatiye vekirin.
Rapor destnîşan dike ku, ji ber tundiya demên dawî 200 hezar kes ji cihê xwe bûne û li navçeya Sûrê ji 24 hezar kesan 22 hezar kesan malên xwe bicih hîştine. Hemû dibistan, saziyên tendruristî û damûdezgeyên fermî niha girtî ne.
Her wiha li Sûrê di hundirê 2 hefteyên dawî de 361 dikandaran deriyên xwe girtine û 50 dikandaran jî cihên xwe guhertine. Sûr damara jiyana bazirganî ya Diyarbekirê ye lê ev demar niha hatiye birîn.