Cepheya Şoreşgerên Reqayê rizgarkirina bajêr ragihand

Encûmena navborî, daxwazê ji hemû gelê Sûriyê yên li derveyî welat dike ku alîkariya wan di şerê dijî DAIŞê de bikin. Cebheya Şoreşgerên Reqayê ji Lîwaya Şoreşgerên Reqayê û Hêza Eşîrên Reqayê pêk tê.

K24 - Girê Spî

Encûmena Şêwermendên Eşîrên Reqayê, li Girê Spî proseya rizgarkirina Reqayê ragihand. Encûmenê daxwaz ji welatiyên bajêr kir ku ji îna bê de, dest bi xwepêşandanan dijî DAIŞê bikin.

Cepheya Şoreşgerên Reqayê herwiha ji Hevpeymaniya Navdewletî jî xwest piştgiriya wan bi rêya çek û teqemeniyan bike.

Encûmena Şêwermendên Eşîrên Reqayê li Girê Spî duh civiya, di encam de beyanameyek  belav kir. Di beyannameyê de daxwaz ji welatiyên bajêr tê kirin, ku dest bi xwepêşandanan dijî DAIŞê bikin.

Herwiha daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî jî tê kirin, ku di proseya rizgarkirina Reqayê de piştgiriya Cebheya Şoreşgerên  Reqayê bike, bi rêya çek û pêdiviyên şer.