Li Hewîcayê civîenek serkirdeyên DAIŞê hat armanckirin

Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ragihandin ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewltî bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran kir, bi dehan jî çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

K24 – Kerkûk

Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ragihandin ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewltî bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran kir, bi dehan jî çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûk, Serhed Qadir ji K24ê re ragihand ku “Şeva borî û heta berbanga îro firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, pêgehên DAIŞê li bajarokê Hewîcayê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve bombebaran kirin.”

Qadir diyar kir ku, firokeyan civîneke serkirdeyên DAIŞê li çarêya Sefrî ya ser bi navçeya Riyaz û gundê Tarhî ya ser bi navçeya Ebasiyê ve armanc kirin.

Herwiha Qadir ragehand jî, di encama wê bombebaranê de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.