Kurdistan dê li ser firotina petrolê berdewam be

Cîgirê Serokê Lîsteya PDKê Tariq Gerdî da zanîn ku şanda Herêma Kurdistanê naçe Bexdayê û got: "Herêma Kurdistanê dê li ser firotina petrola xwe berdewam be."

K24 – Hewlêr

Hat ragihandin ku eger nêt û encameke baş ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve neyê xwiyakirin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê nake.

Cîgirê Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Tariq Gerdî da zanîn ku şanda Herêma Kurdistanê naçe Bexdayê û got: "Herêma Kurdistanê dê li ser firotina petrola xwe berdewam be."

Li ser mijara gelo çima çûna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê wiha hat paşxistin, Gerdî ji BasNewsê re wiha axifî: "Çi dema ku hikûmeta Bexdayê bihêz dibe, zextê li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, heta wê astê ku ew dê hêzê li dijî Pêşmerge bikar bîne, loma baweriya di navbera her du aliyan de nemaye, em neçarin ku serxwebûna aborî rabighînin."

Li ser paşeroja aboriya Herêma Kurdistanê jî Tariq Gerdî got: "Tê pêşbînî kirin ku di meha Adara dahatû de rewşa Kurdistanê ya aborî baştir bibe, ji ber dê nirxê bermîla petrolê bilind bibe bo 40 dolaran. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotiye ku em dê heta 700 hezar bermîl petrol bifroşin."

Cîgirê Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê Tariq Gerdî axaftina xwe wiha qedand: "Dema nêteke baş hebe dê Nêçîrvan Barzanî biçe Bexdayê, lê eger tiştek baş nebe ew naçe û em dê berdewam bin li ser siyaseta xwe ya di ware petrolê de."