Serkirdeyekî opozîsyona Sûriyê li Şamê hat kuştin
Civîneke serkirdeyên Ceyş el-Îslamê li Şamê hatiye armanckirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Ceyş el-Îslam di êrîşeke Rûsî li ser Xota ya Şamê de hat kuştin.
Li gor ku Ruetersê li ser zarê çavkaniyên opozêsyona Sûriyê belev kiriye, berpirsê Ceyş el-Îslam, Zehran Elûş di êrîşekê de hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku, pêgeha Ceyş el-Îslam mezintirîn lîwaya opozîsyona Sûriyê li gundê Otaya ya Xotaya Şamê hate armanckirin ku bi Zehran Elûş re gelek serkirdeyên wê lîwayê hatine kuştin ku yek jê Mehmûd Ebû Zêbeq e.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya xwe li ser wê êrîşê ranegihandiye, herwiha ti daxuyaniyek di wê derbarê de ji Ceyş el-Îslam derneketiye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragihand ku, firokeyên rêjîmê êrîşî gundê Hemoriyê ya li Xotaya Rojhilat ya bi ser Şama peytext ve kirin, di encamê de 20 sivîlan canên xwe jidest dan. Herwiha Rewangehê ragehand jî, ku firokeyên rêjîmê pêgehên opozîsyonê li Eyn Tirme û Merc el-Sultan armanc kirin.
Heya niha jî ti helwêst ji lîwaya Ceyş el-Îslam derbarê kuştina Zehran Elûş derneketiye.
Zehran Elûş yek ji serkirdeyên leşkerî yên opozîsyonê yên ku li Kongreya Riyadê beşdar bûbû.