Şam: Rejîmê, DAIŞ û Nûsrayê lihev kirin

Li gor rêkeftinê, dê 4 hezar çekdarên DAIŞ û Eniya el-Nusrayê ji Şamê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li gor rêkeftinekê di navbera çekdarên Îslamî yên radîkal li başûrê Şamê û reîmê de, 4 hezar çekdar bi malbatên xwe ve, ji ber bi Reqa û Mari'ê bar dikin.

Li gor rêkeftinekê 4 hezar çekdar ji Eniya el-Nusra û DAIŞê, bi malbatên xwe ve ji gundên (Hecer Eswed, Qedem, Kampa Yermok) yên li başûrê Şamê, sibe ber bi bajarê Reqa û bajarokê Mari'ê yê bakurê Helebê ve bar dikin.

Di qonaxa yekem de, ev çekdar û malbatên xwe wê derkevin, di qonaxa duyem de jî ew dever û rêyên wê ji rêbendên axê û paşmayên wan çekdaran tên paqijkirin. Herwiha jinûavakirina herêmê ji niştecihên mayî re.

Bajarê Reqayê wek navenda DAIŞê tê naskirin, bajarokê Mari'ê jî wek navenda Eniya el-Nusrayê tê zanîn. 

Duh 18 bas ligel tîmekê endezyariyê ya Artêşa Sûriyê, gihêştin herêma Qedemê, erka wê tîmê ew e ku çek û teqemeniyê ji çekdaran wergirin. Ku mafê her çekdarekî tenê yek perçe çek li gel xwe bibe.