Mamoste Aynur li dijî şer dest bi grevê kir

Li Sêwrega Rihayê, Mamoste Aynur Ozbadem bi armanca protestokirina şer ku li Bakurê Kurdistanê heye, dest bi greva birçîbûnê kir.

K24 – Riha

Li qezaya Sêwregê ya Rihayê, Mamoste Aynur Ozbadem bi armanca protestokirina şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê çêdibin, bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kir.

Endama Egitim-Senê Mamoste Aynur Ozbadem li avahiya sendîkayê îro dest bi greva birçîbûnê kir. Ozbadem li ber pankarta "Êdî bes e, bila ev şer raweste, zarok neyên kuştin û bila karibin şekir bixwin" ji rojnamevanan re axifî û da zanîn ku du rojan dê greva wê berdewam bike.

Ozbadem wiha axifî: "Ji bo em gaveke din nêzîkî jiyan û jiyandinê bibin, min biryareke wiha da. Ez wek mamostayekê wiha difikirim ku rola mamosteyan di berqerarbûna aştiyê de di her wext û deman de girîng e. Hêvîya min ew e ku hemû kes ji bo aştiyê bibe hevkar."