AKP gefa girtinê li HDPê dixwe

Alîkarê Serokê giştî yê AKPê Mehmet Alî Şahîn bangî rêvebirên HDPê kir û got: "Bila ji gotinên xwe haydar bin. Eger ev gotinên wan li welatekî din bihatana kirin niha partiya wan hatibû girtin."

K24 – Stenbol

Alîkarê Serokê giştî yê AKPê Mehmet Alî Şahîn bangî rêvebirên HDPê kir û got: "Siyasetmedarên HDPê, bila ji gotinên xwe haydar bin. Eger ev gotinên wan li welatekî din bihatana gotin niha partiya wan hatibû girtin."

Parlamenterê Ak Partî Mehmet Alî Şahîn çû serdana gundên Karabukê ku di hilbijartina giştî de AKP bûbû yekemîn. Şahîn li vê derê bi zimanekî tund HDP rexne kir û hişyariya girtina partiyê da.

Şahîn wiha axifî: "Daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş û rêvebirên HDPyî, li welatekî demokratîk bihatana dayîn derheqê wê partiya siyasî de yekser doza girtinê dihat vekirin û hatibû girtin. Qîmeta rêvebirina demokratîk a li Tirkiyê bizanin. Li welatê herî demokratîk ê Yekîtiya Ewropayê, partiyên siyasî ku piştgiriya rêxistinên terorê bike tekez tên girtin."

Parlamenterê berê yê Ak Partî Muhsîn Kızılkaya jî derbarê mijarê de got: "Bi ya min gotinên Şahîn rast in. Ji ber li tu welatekî demokratîk partiyeke siyasî rê û rêbazên tundiyê nade pêşiya. Ez bawer nakim Ak Partî îro partiyekê bide girtin. Di sala 2010an de Ak Partî bi referandumekê xwestibû partiyên siyasî neyên girtin lê belê HDP li dijî vê derketibû. Girtina partiyan êdî di rejîmên berê de maye."

Siyasetmedarê berê nivîskar Ufuk Uras li ser daxuyaniya Şahîn nerînên xwe wiha anîn ziman: "Ji xwe di referanduma 2010an de Ak Partiyê bixwe ji bo partiyên siyasî neyên girtin hewl dabû. Li welatên demokratîk, girtina partiyan ne mimkun e. Li Tirkiyê ewqas partî hatine girtin ku êdî welat bûye goristana partiyên siyasî. Eger partiyek bê girtin wê partiyeke din vebe."

Ji bo girtina partiyan erk di destê Dadgeha Destûra Bingehîn de ye û di dîroka komara Tirkiyê de heta niha ji ber sedemên cuda cuda 56 partiyên siyasî hatine girtin.