Rojnamevan daxwaza berdana Amir Mûrad dikin

Rêveberê Radyoya Hêvî ji 22ê Kanûnê ve, ji aliyê Asayîşa Qamişloyê ve hatiye girtin, bêyî ku sedemên gitina wî jî diyar bikin.

K24 - Qamişlo

Zêdeyî 120 rojnamevan û endamên rêxistinên civaka sivîl, di beyanameyekê de daxwaz ji Asayîşa Rojava kirin ku rojnamaven Amir Mûrad Rêveberê Radiyoya Hêvî li bajarokê Dêrikê azad bike.

Di beyanameyekê de zêdeyî 120 rojnamevan û endamên rêxistinên sivîl ji Rojavayê Kurdistanê giritina rêvberê Radyoya Hêvî li bajarokê Dêrikê ku ji aliyê Asayîşa Qamişlo ve hatibû girtin şermezar kirin, herweha daxwaza berdana wî di zûtirîn dem de kirin.

Rojnamevanan di beyanameyê de tekez kirin ku kiryarên bi vî awayî ti peywendiyên wê bi yasyên ragihandinê re nîne û xizmeta ragihandina azad nake, tenê binpêkirina mafê rojanamevana ye li navçeyê.

Rêveberê Radyoya Hêvî ji 22ê Kanûnê ve, ji aliyê Asayîşa Qamişloyê ve hatiye girtin, bêyî ku sedemên gitina wî jî diyar bikin.