Tirkiyê bo penaberan 8 milyar dolar xerc kir ye

ji Sûriyê 2 mîlyon û 280 hezar penaber koçberî Tirkiyê bûne

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê  di 5 salên dawî yê de bo penaberan 8 mîlyar dolar hatiye xerc kirin e 

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Nûman Kurtulmuş li Stenbolê beşdarî konferansa bi navê "Koçberî û Aborî" bû. Kurtulmuş da zanîn,ku  di hundirê 5 salên dawî yê de, ji Sûriyê 2 mîlyon û 280 hezar penaber koçberî  Tirkiyê bûne.

Kurtulmuş got, hîç alîkarî nebînin jî têkoşîna xwe dê bidomînin lê ev pirs tenê bi mêvanperweriya Tirkiyê naye çareser kirin.

Kurtulmuş eşkere kir ku, heta niha hêzên deryayî yên Tirkiyê 53 hezar penaber xelas kirine û eger pêşiya vê karesatê neyê girtin, ji şerê cîhanê yê sêyemînê zêdetir metirsî bide cîhanê.