Mihemedê Hacî Mehmûd hat xelatkirin

Purê Mihemedê Hacî Mehmûd di beriya salekê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibû.

K24- Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê, Mihemedê Hacî Mehmûd xelata “Bavê Şehd” wergirt û got ku, ew ji mirina di nav cihan-nivînan de ditirse.

Peymangeha Diyalogê ya Navdeweletî îro li gundê Gulexane yê Şarezora ser bi parêzgaha Helebçeyê ve, di merasîmekê de Mihemedê Hacî Mehmûd hat xelatkirin.

Di çalakiyê de, Nûnerê Peymangeha Diyalogê ya Navdewletî, Muşîr Gelalî û Mihemedê Hacî Mehmûd di çalakiyê de axivîn.

Muşîr Gelalî derbarê vê xelatê de got: ku “Em gelekî dilxweş û şanaz in ku ‘xelata bavê şehîdan’ radestî cenabê wî bikin.”

Eta Mihemed Hacî Mehmûd roja 26ê Mijdara sala 2014an li gundê Til Weridê yê girêdayî Kerkûkê di şerê li dijê DAIŞê de şehîd bibû.

Herwiha Gelalî berdewam kir ku “Kek Heme wekî fermandarekî Pêşmerge ligel rehmetiyê kurê xwe di sengeran de li dijî terorîstên DAIŞê şer kir û ãxa Kurdistanê parast. Kurê wî şehîd ket û ji nava koç kir.”

Ji aliyê xwe ve, Mihemedê Hacî Mehmûd di axaftina xwe de got ku tirsa wî ne mirina di sengerên şer de ye; lêbelê mirineke li malê û di nava cih-nivînan de ye.