Ebdulla Gul rexneyan li siyasetên Tirkiyê digre

GU li Stenbolê behsa çareserkirina doza Kurd jî kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Tirkiyê rexneyan li siyaseta niha ya wî welatî digre û dibêje ku, divê siyaseta derve ji nû ve bê nirxandin.

Serokomatê 11an ê Tirkiyê, Ebdulla Gul ku beşdarî salvegera damezrandina “Weqfa Yekîtiyê li Stenbolê” bû û rexne li siyaseta derve ya Tirkiyê girt.

Gul di çarçoveya gotara xwe de got: “Wext hatiye, divê êdî Tirkiye polîtîkayên xwe yên derve ji nû ve binirxîne.  Divê li gorî rastiyên dîrokî ji nû ve Tirkiye li ser nêrîna xwe bisekine.”

Derbarê rêvebirina Tirkiyê ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ve, Gul wiha anî ziman: “Îro weke teqdîra Xwedê hevalên me welêt bi rê ve dibin. Pêşeroja Tirkiyê û xelkêTirkiyê di destê wan de ye. Lewma jî berpirsiyariya wan pir giran e. Me gelek problemên mezin li pey xwe hiştin. Lê îro têkoşîneke zehmettir li pêşiya me ye. Lewra em bi problemeke din tên îmtîhankirin. Birêvebirina baş û adil, birêvebirina bi heq û huqûqê îmtîhanek e ji bo me. Yên ku weke me difikirin an jî nafikirin divê em niha serdestiya yasayî nîşanî her kesî bidin.”

Derbarê pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê jî, serokomarê Tirkiyê yê berê got: “Îro jî gelek pirsgirêkên Tirkiyê yên mezin he ne. Pêşî jî meseleya Kurdî. Di dîrokê de ev mesele her tim ji me re bûye barekî giran. Mixabin êrîşên PKKê rewş tevlîhev kir. Anî asteke ku em qet naxwazin bibînin. Meseleya Kurdî meseleyeke pir mezin e. Em baş texmîn dikin ku vê meselê kî ji bo çi li dijî me bi kar tîne.”