Li Cizîrê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, di encama teqîna bombeyekê de, sê leşkerên Tirk canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, di encama teqîna bombeyekê de, sê leşkerên Tirk canê xwe jidest dan.
Li Navçeya Cizîrê li taxa Nûrî, îro bombeyek bi konvoyeke artêşa Tirkiyê de teqiya, di encamê de jî 3 leşkerên Tirkiyê canê xwe jidest dan, herwiha polîsek jî birîndar bû.
Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragehand ku “Li taxa Nûrî ya Cizîrê di dema derbasbûna konvoyeke Artêşa Tirkiyê, bombeyek teqiya, di encamê de jî 3 leşkeran canê xwe jidest dan û polîsek jî birîndar bû.”
Li navçeya Cizîrê jî bi taybetî pevçûnên dijwar li Taxên Sûr, Cudî û Yafes hene. Hejmarek tank li ser girên li pişta taxa Cudî hatine bicihkirin. Tank, bi guleyan mîn û teqemeniyên li ber xendekan hatine vedan ji dûr ve diteqînin. Xwepêşander jî bi roket û qenasan êrişî hêzên ewlehiyê dikin.