Tirkiyê li gundê Dêrûna Axê bicih bû

Berî niha jî artêşa Tirkiyê sînorên Rojavayê Kurdistanê li gundê Letîfiyê û Sermisaxê bezandibû.

 

K24-Dêrûna Axê

Destêwerdana artêşa Tirkiyê di nav axa Rojavayê Kurdistanê berdewame, piştî vekirina rêyekê bi dirêjahiya sê kîlometreyan, li beramber gundê Letîfiyê, artêşa Tirkiyê berê xwe da gundê Dêrûna Axê li navçeya Aliyan, ku dikeve bakurê bajarokê Çilaxa û li wir bicih bûn.

Li gor welatiyên gundê Dêrûna Axê, hêzeke Tirkiyê bi çek  û pêdiviyên şer, derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûn, bi 100 mitroyan ber bi gundê wan ve hatin, ew yeke bû cihê nîgeraniya wê deverê û ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê jî, ku navendeke wê ya perwerdê li wî gund heye.

Li gor zanyariyên welatiyên gundê Dêrûna Axê YPGê  alîkariyeke zêde ji hêza xwe ya navçeyê xwestiye, daku rê li ber bezandina artêşa Tirkiyê ji sînorên Rojavayê Kurdistanê re biger, herwiha daxwaz  ji welatiyên wî gund kirye, ku bi çekan berevanyê di ber zevî û erdên xwe de bikin.

Berî niha jî artêşa Tirkiyê sînorên Rojavayê Kurdistanê li gundê Letîfiyê û Sermisaxê bezandibû.

Tê zanîn ku gundê Dêrûna Axê tenê sînac û têla sînor wê ji rêya serke ya di nabera Cizîra Botan û Nisêbînê, cuda dike.