Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî Reqa û Minbicê bombebaran dikin
Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştya Amerîkayê duh êrîşî navendên çekdarên DAIŞê li Minbic û Reqayê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştya Amerîkayê duh êrîşî navendên çekdarên DAIŞê li Minbic û Reqayê kirin.
Fermandeya Operasyonên Hevbeş ya Hevpeymanya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxuyaniyek belav kir û ragehand ku, frokeyên hevpeymaniyê duh êrîşî navend û baregehên DAIŞê li nêzîkî bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê û bajarê Reqayê li başûrê kobanî kirin û bi tundî 5 caran cihên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.
Ew êrşên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê li Minbicê û Reqayê piştî kontrolkirina bendava Tişrînê li ser çemê Feratê tê, ku berî du rojan ji aliyê hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat kontrolkirin.