Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî Reqa û Minbicê bombebaran dikin

Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştya Amerîkayê duh êrîşî navendên çekdarên DAIŞê li Minbic û Reqayê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştya Amerîkayê duh  êrîşî navendên çekdarên DAIŞê li Minbic û Reqayê kirin.

Fermandeya Operasyonên Hevbeş ya Hevpeymanya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxuyaniyek belav kir û ragehand ku, frokeyên hevpeymaniyê duh êrîşî navend û baregehên DAIŞê li nêzîkî bajarê Minbicê li bakurê rojhilatê Helebê û bajarê Reqayê li başûrê kobanî kirin  û bi tundî 5 caran cihên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.

Ew êrşên Hevpeymaniya Navdewletî  li dijî çekdarên DAIŞê li Minbicê û Reqayê piştî kontrolkirina bendava Tişrînê li ser çemê Feratê tê, ku berî du rojan ji aliyê hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat kontrolkirin.