Du teqînan bajarê Himsê hejand

tê zanên ku hemû welatiyên wê taxê alîgirên rejîma Sûriyê ne, herwiha ev duyemîn care piştî rêkeftina Opozîsyonê li gel rejîma Sûriyê li wî bajarî teqîn tên encamdan.

 

K24-Navenda-Nûçeyan

Du teqînan taxa El-Zehra li bajarê Himsê yê Sûriyê hejand, di encam de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, herwiha zêdeyî 90 kesên din jî birîndarbûn.

Derbarê teqînan de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di daxuyaniyekê de tekez kir, ku teqîn bi rêya otombîlên bombekirî li taxa El-Zehra hatbûn encam dan,

Rewangehê da zanîn ku di encama wa her du teqînan de 32 kesan jiyana ji dest dan û zêdeyî 90 kesên din birîndarbûn.

tê zanên ku hemû welatiyên wê taxê alîgirên rejîma Sûriyê ne, herwiha ev duyemîn care piştî rêkeftina Opozîsyonê li gel rejîma Sûriyê li wî bajarî teqîn tên encamdan.