Amir Mûrad û Ferîdon Qiço hatin berdan
Ji 22ê Kanûnê ve, Her du rojnamevan ji aliyê Asayîşa Rojavayê Qamişlo ve hatibûne girtin, şevê din jî serbest hatin berdan.
K24-Qamişlo
Her du rojnamevanên Kurd Amir Mûrad û Ferîdon Qiço, ku berî niha hatibûne girtin, ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatin berdan.
Derbarê vê mijarê de, Desteya Dadgeha Berevanya Gel ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo biryar da, her yek ji Rêveberê Radioya Hêvî li bajarokê Dêrikê Amir Xelef Mûran û rojnamevan Ferîdon Qiço karmendê malpera Yetîtî Mîdya werin berdan.
Berî niha her du dezgehên ragehandinê Radioya Hêvî û malpera Yekîtî Mîdya, ji aliyê kesekî nenas ve hatibûn hakirkirin, tê de nûçeyake derw hatibû belav kirin, nûçe jî derbarê kesayetiya berpirsê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ibrahîm bû.
Ji 22ê Kanûnê ve, Her du rojnamevan ji aliyê Asayîşa Rojavayê Qamişlo ve hatibûne girtin, şevê din jî serbest hatin berdan.