"Di sala 2015an de 67 rojnamevan hatine kuştin"
Li gor amarên rapora rêxistinê 9 rojnamevan li Firansayê hatine kuştin û ew di pileya siyemîn de hatiye, ku ji wan 9 rojnamevanan, 7 yên rojnameya "Charli Hebdo" bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxistina Sînor nenas ragehand ku "67" rojnamevan di sala 2015an de, ji ber karên xwe yên rojnamevanî hatine kuştin.
rêxistina Sînor nenas ya ku navenda wê li New Yorkê ye, rapora xwe ya salan e li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de hatiye ku "67" rojnamevan di sala 2015an de hatine kuştin, da zanîn jî ku Iraq û Sûriyê di pileyên yekem de ne ku li wan her du welatan hejmara here zêde ji rojnamevanan tên kuştin.
Li gor amarên rapora rêxistinê 9 rojnamevan li Firansayê hatine kuştin û ew di pileya siyemîn de hatiye, ku ji wan 9 rojnamevanan, 7 yên rojnameya "Charli Hebdo" bûn.
Ji aliyeke din ve, rêxistina navborî daxwaz kir, ku nûnerekî wan di Encûnema Neteweyên Yekbûyî de bo parastina rojnamevana hebe.