"Nîvê gelê Sûriyê birçî ne"
Li gor amarên rapora "FAO" 10 milyon birçî, li nava Sûriyê de ne, 3 milyon û 500 hezar birçî li welatên derdora wê hene.

K24 - Navenda Nûçeyan
Rêxistina Xwarin û Çandiniyê "FAO" ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, ragehand ku nîvê gelê Sûriyê birçî ne.
Di raporekê de rêxistina Xwarin û Çandiniyê "FAO" a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, ragehand li Sûriyê ji têkçûna ewlehiyê û şer û pevçûnên li ser erdê 13 milyon û 600 hezar birçî li nav û derveyî Sûriyê belev hene.
Li gor amarên rapora "FAO" 10 milyon birçî, li nava Sûriyê de ne, 3 milyon û 500 hezar birçî li welatên derdora wê hene.
Li gor rêxstina navborî birçîbûnê wiha dide naskirin û dibêje ku kêmbûna xwarinê ew e ku mirov nikare pêwîstiyên jiyana xwe ya rojane dabîn bike, ango kêmbûna zêde ji xwarinê birçîbûne.