Baydemîr: Dewlet li derveyî qanûnê maye
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr got, li Cizîr û Silopiyê dewlet bi temamî derketiye derveyî hiqûqê û term li kolanan li ber rizandinê hatine hêştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr got, li Cizîr û Silopiyê dewlet bi temamî derketiye derveyî hiqûqê û term li kolanan li ber rizandinê hatine hêştin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr li Şirnexê beşdarî xwepêşandan şermezarkirina komkujiya Qilebanê û qedexeya derketina derve bû.
Baydemîr piştî çalakiyê da zanîn, dewlet li Cizîr û Silopiyê derketiye derveyî hiqûqa Tirkiyê û hiqûqa navneteweyî.
Baydemîr got, redkirina hevdîtina Serokwezîr Ehmed Davudoglu û Selahetîn Demîrtaş dê zirar bide xebatên Parlamentoyê û daxwaza pêkvejiyana li heman welatê wê têk dide.