Welatiyên Rojavayê Tirkiyê jî daxwaza aştiyê dikin

Girseya aştîxwaz ki ji Muglayê bir ê ket û dixwest biçe Diyarbekirê îro li Enqereyê bû. Girseyê li ber Parlamentoya Tirkiyê daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman û ber bi Diyarbekirê ketin rê.

K24 - Enqere

Girseya aştîxwaz ki ji Muglayê bir ê ket û dixwest biçe Diyarbekirê îro li Enqereyê bû. Girseyê li ber Parlamentoya Tirkiyê daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman û ber bi Diyarbekirê ketin rê.

Digel xurtbûna pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, welatiyên ku li Rojavaya Tirkiyê jî dijîn xwestin nerazbûna xwe nîşan bidin û biryar dan ku meşekê ji Muglayê bo Diyarbekîrê pêk bînin.

Girseya ku ji Muglayê birê ket, ragehand ku mebesta wan pêkanîna aştiyê û bidawîbûna şer e. Yek ji çalakvanan bi navê Feyza Taner, derbarê meşe de got: “Çend roj e em li ser televizyonan rewşa Rojhelatê Tirkiyê dibînin, êdî dilê me razî nebû ku em di nav aramiyê de bisekinin. Herwiha me xwest em herin Diyarbekîrê û li wir piştgiriya xwe ji bo xwîşk û birayên xwe nîşan bidin.”

Xwepêşanderên ku li Meydana Kızılayê kom bûn ber bi parlamentoyê ve meşiyan û bangî parlamenteran kirin ku di zûtirin dem de ji bo sekinandina pevçûnan bikevin dewrê.

Ji aliyekî din ve ji Enqerê jî bo meşa aştiyê beşdarî çêbû. Lêkolîner Fatin Kanat li ser rewşê wiha axifî: “Ez ji Enqerê tevlî meşe dibim, em ê bi hevra biçin Diyarbekîrê ku birayên me yên li wir xwe bi tenê nebînin, em dixwazin dawî li pevçûnan were, êdî aştî, aştî.”

Xwepêşander piştî daxuyaniya li ber parlamentoyê li otobûsan siwar bûn ku biçin Rihayê û ji wir derbasî qonaxa xwe ya dawî Diyarbekirê bibin. Aştixwazan dan zanîn ku ew dê li wir ligel rayedarên KCDê bicîvin û serdana goristana Tahir Elçî bikin.

Fatin Kanat