Di sala 2015an de 55 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin

Bêtirî ji 55 hezar kes di sala 2015 de li Sûriyê hatine kuştin, ji nav wan jî 2 hezar û 500 zarok in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bêtirî ji 55 hezar kes di sala 2015 de li Sûriyê hatine kuştin, ji nav wan jî 2 hezar û 500 zarok in.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro ragehand ku, “bêtirî ji 55 hezar kes di sala 2015 de li Sûriyê hatine kuştin, ji nav wan jî 2 hezar û 500 zarok in. Hejmara giştî jî ji destpêka Adara 2011 ve gihêştiye 260 hezar kes, ku piraniya wan jî çekdar in.

Rewangeha diyar kirk u, ji nav wan 55 hezar kuştî, 13 hezar sivîl in, 2 hezar û 574 jî zarok in.

Li gor rewangehê jî, 7 hezar 798 ji kuştiyan çekdarên opozîsyonê ne. 16 hezar ji DAIŞê ne. 8 hezar 800 leşkerên rêjîma Sûriyê ne. 7 hezar ji mîlîşyayê bi rêjîmê re şer dikin, in. 378 çekdar ji Hizbulaha Libnanî ne. hezar 214 çekdarên biyanî ne. 274 kes nehatin naskirin.

Rewangehê diyar kir jî, ku hejmara kuştiyan li Sûriyê ya îsal, ji ya sala çûyî kêmtir e. Li gr rewangehê ku di sala 2014 de 76 hezar kes li Sûriyê hatibûn kuştin.

 Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye dibêje ku, amarên wê bi piştbestin li ser tûreke fereh ji çalakvanan û çavkaniyên tenduristiyê li tevahiyê Sûriyê ne.