Pêşbîniyên Nostradamus bo sala 2016ê

Hinek çavkaniyên Fransî dibêjin ku berî 460 salan, Feleknasê Fransî Nostradamus, pêşbîniyên xwe bo sala 2016ê nivîsîne û amaje bi wan karesat û nexweşiyan daye ku civaka mirovatiyê rûbirûyê wan dibe.

K24 – Hewlêr

Hinek çavkaniyên Fransî dibêjin ku berî 460 salan, Feleknasê Fransî Michel de Nostradamus, pêşbîniyên xwe bo sala 2016ê nivîsîne û amaje bi wan karesat û nexweşiyan daye ku civaka mirovatiyê rûbirûyê wan dibe.

Nostradamus, di sala 1503an de ji dayîk bûye û bi pêşbîniyên xwe navdar e. Di serdemên piştî wî de jî girîngî bi pêşbîniyên wî hatiye dayîn. Nostradamus, Zanîngeha Manbily qedandiye û bawernameya doktora bidest xistiye. Yekem kes e ku Salnameya Felekî di 1555an de dariştiye. Piştre yekem car pêşbîniyên wî li London û di çarçoveya 353 çarîneyên şiîrê de hatine belavkirin.

Ew feleknas bi wê yekê jî navdar bû ku bi geya û tiştên xwezayî çareserî dîtine û ji bo her sedsalekê salnameyeke felekî amade kiriye û peywendiyên wî ligel desthilatdaran baş û nebaş bûn. Pispor behsa wê yekê dikin, beşeke kêm a pêşbîniyên wî rast bûne, ji ber di çarçoveya helbestê de bûne û zimanê nivîsînê jî bi awayekî bûye ku xwendina wan zehmet e loma bi awayên cuda tên ravekirin.

Li gor bawermendên wî feleknasî, Nostradamus berî zêdeyî çar sedsalan, pêşbîniya bûyerên 11 Îlonê yên Amerîkayê kiriye û di vê derbarê de wiha nivîsiye: "Roja 11ê meha nehem du baskdarên hesinî xwe li du avahiyên bilind dixin."

Hinek kesên ku di vî warî de lêkolîn kirine dibêjin, Nustradamus pêşbîniya wê yekê kiriye; "Sala 2015 dibe destpêkeke girîng bo mirovatiyê û bi çêbûna bûyerên mezin ku dema wan 2016 ye, mirovayetî li derdora armancekê kom dibe, hemû gelên zer erdê hev digrin daku rozgar bibin ji wan şaşî û tawanên xwe."

Derheqa 2016ê de nerînên cuda yên Nostradamus hebûne û amaje bi wê yekê daye ku di ware aborî de bûyerên mezin çêdibin û derî li ber bikarhênerên enerjiya rojê vedibe. Li Ewropa bac dibe rabirdû, krîza aborî wek xwe dimîne, bandora wê jî her dimîne û dewlemend çend carek dimirin.

Li gor Nostradamus; "Di 2016ê de gelek karesatên mezin çêdibin. Di nav wan de bûyereke gelekî mezin û nexweş ji Rojhilat ve çirîsk jê vedibin û agirê wê li Rojhilat pêdikeve. Kesên ku sere wan pêçayî ye şerekî hovane û bixwîn dikin, ji ber dilhişkî û tundûtûjiyan, bi dehan welat dikevin nav wî şerî û şer 27 salan berdewam dike."