"Divê HDP bo çareserkirina pirsan tevbigere"

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş di civîna çapemeniyê a piştî Civata Wezîran de daxwaz ji HDPê kir ku bi polîtîkayên aştiyane tevbigere.

K24 – Enqere

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş di civîna çapemeniyê a piştî Civata Wezîran de daxwaz ji HDPê kir ku bi polîtîkayên aştiyane tevbigere û herwiha li dijî qeyrana di navbera Îran û Erebîstana Suidiyê de jî nerazîbûna xwe nîşan da.

Ciwata Wezîrên bi Serokatiya Serokwezîr Erdogan li Qesra Çankayayê civiya.Piştî civînê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş  bi civîneke çapemeniyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Kurtulmuş li ser pirsa gelo hûn derbarê rakirina destlênedana parlamenterên HDPê de çi difikirin got; "Em ji demên berê dizanin ku bi girtina partiyan, siyaseta Tirkiyê bi pêş ve naçe. Derbarê rakirina destlênedanan jî tu encameke erênî bi dest neket. Bo çareserkirina kêşeyên li Tirkiyê berpirsiyariyeke giran dikeve ser milê HDPê. Divê HDP li gorî daxwazên wan kesan tevbiger e ku deng dane wan."

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê derbarê qeyrana siyasî ya di navbera Erebîstana Suidî û Îranê de jî daxwaz ji herdu aliyan kir ku dawî li aloziyê bînin û wiha axifî; "Herêm ji xwe dikele, hêza herêmê nemaye ku aloziyên mezintirîn rake. Dostaniya me bi her du dewletan re heye û bo vê yekê em bangî her du aliyan dikin ku bi rêyên dîplomatîk vê kêşeyê çareser bikin."