Berpirsê tevgera Ehrar El-Şam hat kuştin
Berpirsê Tevgeha Ehrar El-Şam Ebo Ratib El-Himsî 5 salan di zindanên Sûriyê de mabû

K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsê tevgera Ehrar El-Şam Ebo Ratib El-Himsî li gundê Rîhaniyê, ji aliyê grûpeke nenas ve hat kuştin.
Derbarê mijarê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan, di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî, belav kir, tê de hatibû ragehandin ku grûpeke nenas li gundê Rîhaniye yê ser bi Parêzgeha Himsê ve, gule berdane berpirsê tevgera Ehrar El-Şam, di encam de canê xwe ji dest da.
Berpirsê Tevgeha Ehrar El-Şam Ebo Ratib El-Himsî 5 salan di zindanên Sûriyê de mabû, berî sê salan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû berdan, li bajarê Himsê lêwaya El-Heq pêkanîbû pişîtî wê tevlî tevgera Ehrar El-Şam bibû û berpirsyaretiya wê kiribû.
Tevgeha Ehrar El-Şam yek aliyên opozîsyona Sûriyê ye.