Elewî ji bo Bakurê Kurdistanê di grevê de ne

Çalakvanan tekez kirin ku heta rewşa Bakurê Kurdistanê vedigere rewşa asayî, dê greva wan berdewam be.

K24 - Enqere

Rêxistinên Elewiyan ji ber rewşa Bakurê Kurdistanê greva birçîbûnê dan sdestpêkirin. Çalakvanan tekez kirin ku heta rewşa Bakurê Kurdistanê vedigere rewşa asayî, dê greva wan berdewam be.

Çalakvan bi slogana “em şer naxwazin” hatin ba hev û ji bo balê bikşînin ser wehşeta li Bakurê Kurdistanê, 9 roj e di greva birçîbûnê dene.

Çalakvan tenê ava lîmonê û çayê vedixwin, di bin kontrola karmendên tenduristiyê de grev berdewam e, di dîroka Tirkiyê de komjukiyên wek; Dêrsîm, Mereş, Madimak hwd li ser Kurd û Elewiyan pêk hatine, çalakvan rewşê di vê çarçoveyê de dinirxînin û amaje bi wê yekê dikin ku li hemberî dewletê, Kurd û Elewî divê bihevra tevbigerin.

Li ser mijarê Çalakvan Alî Riza Ozer got: “Di nav Tirkiyê de du milletên pêşketî hene yek Kurd yek ji wan Elewî ne, û dewlet hertim dixwaze wan herdukan ji hev cûda bike, lê em tu caran daxwaza wan nayînîn cih, heta zexta li ser Kurdan ranebe em dê greva xwe bidomînin.”

Çalakvan Serpil Koksal jî wiha dibêje: “Me nexwest em bêdeng bimînin, em fikirîn û wek rêya herî balkêş greva birçîbûnê hat bîra me, me çend caran daxuyanî dan lê deng veneda, em dixwazin gelê Kurd bizanibe ku em ligel wan in.”

Greva ku li Enqerê destpêkir, li 13 bajarên Tirkiyê û çend paytextên Ewropayê jî deng veda û rêxistinên Elewiyan her diçe zêdetir dengên xwe didin bihîstin. Ji parlamentoyê jî piştgirî ji bo grevê hat, şandeke CHPê serdana çalakvanan kir û diyar kir ku ew ê mijarê bibin parlamentoyê jî.

Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê Necatî Yilmaz got: “Me çend şande şandin herêmê û roja dûşemê jî şandek din wê biçe herêmê, em piştgiriya hemu çalakiyên sîvîl dikin û em rewşê ji nêzîk ve dişopînin, divê êdî li vî welatî hemû nasname azad bijîn.”

Greva Elewiyan di 29ê Kanûnê de destpêkir. Grev, biryar bû 3 rojan bidome lê belê hat ragihandin ku heta li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte radibe grev dê berdewam bike.

Çalakvan Alî Riza Ozer

Dîmenek ji greva Elewiyan