Elewiyan li dijî sûcê nefretê doz dan destpêkirin
Kom û Federasyonên Elewiyan ên Enqereyê ji ber gotinên Serokê Dîyanetê Mehmet Görmez li dijî cemxaneyan, li Dadgeha Enqereyê doz vekirin û daxuyanîyeke çapemeniyê dan.
K24 - Enqere
Kom û Federasyonên Elewiyan ên Enqereyê ji ber gotinên Serokê Dîyanetê Mehmet Görmez li dijî cemxaneyan, li Dadgeha Enqereyê doz vekirin û daxuyanîyeke çapemeniyê dan.
Berî ku li dijî Mehmet Gormez derbarê “Sucê Nefretê” de doz bê vekirin li Dadgeha Enqereyê ji aliyê Navenda Giştî ya Komên Çanda Elewiyan, Navenda Giştî ya Federasyona Bektaşî ya Elewiyan, Navenda Giştî ya Çanda Pîr Sultan Abdal û Navenda Giştî ya Vakfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ve daxuyaniyeke hevpar ya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Navenda Giştî ya Federasyona Bektaşî ya Elewiyan Bakî Dûzgûn ve hat xwendin de Serokê Kar û Barê Diyanetê Mehmet Gormez bi şêwazeke tund hate rexnekirin.
Dûzgûn ji Gormez xwest ku ew destê xwe ji siyasetê vekişîne û li gorî berpirsiyariya xwe tevbigere. Herwiha Dûzgûn bi bîrxist ku nûnerên olî ne bi keftûleftan heqaret û biçûkxistina baweriyan lê belê pêwist e berê civakê bidine yekitî, jihevhezkirin û hurmet nîşandayînê.
Di daxuyaniya ku li Dadgeha Enqereyê hate kirin de parlameter Sarun Şenel, Nurhayat Altaca, Orhan Sarıbel, Necati Yılmaz, Mehmet Gökdağ, Eren Erdem, Mehmet Tüm, Niyazi Nefi Kara, Ali Haydar Hakverdi jî cih girtin.