Li Rojavayê Kurdistanê koçberî zêde dibe

Di van her deh salên dawî de, ti serjimêrên fermî li herêmên Kurdî nehatine kirin, lê li gorî amarên UNESCOyê yên sala 2006an, hejmara nifûsa bajarê Qamişlo zêdeyî 450 hezar kes e.

K24 - Qamişlo

Rêjeya Kurdan li bajarê Qamişlo, ku  wek paytexta Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, roj bi roj kêm dibe, beramberî vê yekê jî Ereb li şûna wan kesên koçber dibin bicîh dibin. Bi taybet ew Erebên ku ji bajarên Sûriyê ji ber şer reviyan e, ev jî bûye metirsiyeke mezin li ser guhertina demografiya herêmên Kurdî.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih ji K24ê got: "Nebûna ewlekariyê li Rojavayê Kurdistanê, dorpêçkirina navçeyê ji aliyê rejîm û grûpên radîkal ve sedema koçberiya piraniya welatiyên Rojavayê Kurdistanê bû."

Ji aliyê xwe ve Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk rapirsiyek derbarê sedemên sereke yên koçberiya welatiyan Rojavayê Kurdistanê de kir. Navendê ji 1342 kesên ser bi hemû pêkhateyên hatine deverê pirsî ka sedema koçberiyê çiye? Di encam de derket ku sedem aborî, siyasî û ewlekarî ye.

Li ser mijarê Endama Navenda Rojava ya Lîkolînên Stratejîk Leyla Siwar ji K24ê re wiha axifî: "Sedema sereke ya koçberiya xelkê li gor lêpirsîna navenda me aborî ye, ew jî ji ber nebûna derfetên kar, sedema duyemîn jî siyasî ye, wate nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, herwiha sedema sêyemîn jî nebûna ewlehiyê ye."

Di van her deh salên dawî de, ti serjimêrên fermî li herêmên Kurdî nehatine kirin, lê li gorî amarên UNESCOyê yên sala 2006an, hejmara nifûsa bajarê Qamişlo  zêdeyî 450 hezar kes e.

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser jî hinek tedbêr derbarê samanên koçberan de wergirtibûn, ev jî bibû cihê nerazîbûna ENKSêku dibêje sedema koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê hindek biryarên nerewa yên Rêveberiya Xweser in ku Rojava bi rêve dibe, weke leşkeriya bi zorê û hinek biryarên din.