Mamostayên Olî bêyî agahdariya hikûmetê serdana Îranê dikin

Şandeke Yekîtiya Zanayên Olî ya Parêzgeha Silêmaniyê serdana Komara Îslamî ya Îranê kir û ligel Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Elî Xameneyî Îranê civiyan.

K24 – Hewlêr

Şandeke Yekîtiya Zanayên Olî ya Parêzgeha Silêmaniyê serdana Komara Îslamî ya Îranê kir û ligel Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Elî Xameneyî Îranê civiyan.

Di civînê de Şêwirmendê Xameneyî, Seyîd Mihemed Hûsîn Şehrûdî ji mêvanên Kurd re gotiye; Rêberê Komara Îslamî ya Îranê rêzeke taybet li Kurdan digire û wek bira li wan dinêre.

Hevdem Şêwirmendê Xameneyî li Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji mamosteyên olî yên parêzgeha Silêmaniyê re wiha axifiye: "Dijminê herî mezin ê Misilmanan Cihû ne û ji destpêka Îslamê ve behsa vê gefê hatiye kirin."

Fly Erbil Advertisment