Ji Enqereyê 450 kes tevlî DAIŞê bûne
Îstixbaratên Tirkiyê 8 grûpên ku ji DAIŞê re kar dikin, aşkere kirin.
K24- Enqere
Li gor raporekê ku di medyaya Tirkiyê de belav bûye, ji nava Enqereyê 450 kes tevlî DAIŞê li Sûriyê bûne.
Di raporeke Haberturkê de hatiye ku, raporên îstixbaratî aşkere kirine ku, li paytexta Tirkiye, Enqerê, 8 grûpên DAIŞê kar dikin.
Ew gûrp jî di bin navên cuda de kar dikin, wek di raporê de hatiye jî, navê her 8 grûpan evin: Samanpazari1, Samanpazari2, Tatlibal, Tatlibal2, Sincan, Golbaşi, Gezenler û Finansçilar.
Berî sere salê li Enqereyê du xwekujên DAIŞê, Musa Canoz û Adnan Yildirim, beriya çalakiyekê bikin hatibûn girtin.
Li gorî raporta îstîxbaratê ku ji van her du endamên DAIŞê hatiye girtin, ji 8 grûbên Enqereyê 450 kes tevlî DAIŞê bûn û ji wan 100 kes li parêzgeha Reqa ya Sûriyê perwerdeya çêkirina bombeyan dîtin.
Li gorî rapora Haberturkê, 450 kes di nava van 8 grûban de bi rêxistin bûn û piraniya van kesan niha li Sûriyeyê li herêmên şer in û herwiha ji van 150 kes car caran bi xizmên xwe yên Enqereyê pêwendiyan jî datînin.
Di berdewamiya nûçeyê de hatiye ku, hê jî têkiliya wan çekdaran bi Enqereyê re heye û ev kes di bin çavdêriya îstîxbaratê de ne, dibe her kêlî li hemberî wan operasyon were kirin.