“Pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê” nehat qebulkirin!
Li Tirkiyê di demen derbasbûyî de herçiqas gotûbêja modelên li ser Srî Lanka, Amerîka, Rûsya û Elmanya ya Hitler hatibin kirin jî îro zêdetirîn pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê tê nîqaş kirin.

K24 - Enqere
Li Tirkiyê di demen derbasbûyî de herçiqas gotûbêja modelên li ser Srî Lanka, Amerîka, Rûsya û Elmanya ya Hitler hatibin kirin jî îro zêdetirîn pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê tê nîqaş kirin. Partiyên opozîsyonê li dijî her core zordestiyê dengê xwe bilind dikin.
Pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê piştî daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiyê Îsmaîl Kahraman bu rojeva sereke ya meclîsê jî. CHPê daxuyand ku li dijî destûra darbeyê û ji bo warê bikaranîna mafên demokratik berfirehtir bibe deriyê wan ji komîsyona lihevkirinê re vekiriye. Her wiha CHPê îdia kir ku ew ê li dijî danûstandina pergala serokatiyê ku bi destê AKP û Qesrê li pêşberî pergala parlamenteriyê darbe hatiye kirin rawestin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgür Ozel got: "Em zordestiya pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê ku bi destê Serokkomar Recep tayyîp Erdogan tê kirin qebûl nakin. Dema ku em destûra nû saz bikin em dê rê nedin ji nû ve vejîna Hîtlerekî." Lê belê MHPê banga Serokê Meclîsê Kahraman di cih de dît. Rayedarên MHPê diyar kirin ku divê desûr ji nav destê koşkê bê derxistin. Herwiha ew dê pêşniyara derbarê pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê jî nepejerênin. Li ser heman mijarê Cigirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural wiha axifî: "Destûra nû bi nîqaşên pergala serokatiyê ya taybet bi Tirkiyê ve hatiye girêdan. Ji nû ve bazareke derewan tê plankirin. Dîvê AKP bi berfirehî lê bi şewazekî vekirî ne sergirtî qala vê planê bike." Partiyên opozîsyonê dan zanîn ku di komîsyonê de ew dê piştevaniya pêşniyara du modelan nekin û ew dê li dijî vê yekê rawestin. Herwiha dê nexwazin ku her du pêşniyar bo referanduma gel bên pêşkêşkirin. |