Li Stenbolê dijî DAIŞ'ê operasyon: 10 kes hatin girtin
Li Stenbolê dijî DAIŞê operasyonek hatin kirin. Di operasyonan de ku li 5 navçeyan pêk hat 10 tawanbar hatin desteserkirin.
K24 - Stenbol
Li Stenbolê dijî DAIŞê operasyonek hatin kirin. Di operasyonan de ku li 5 navçeyan pêk hat 10 tawanbar hatin desteserkirin.
Polîsên Ewlekariya Stenbolê, li navçeyên Pendîk, Tuzla, Sultanbeylî, Kagithane û Beylîkduzuyê yên Stenbolê li gelek malan operasyonên hevdem pêk anîn. Di lêgerînan de dest danîn ser gelek ewraq û belgeyên dijîtal.
Di operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin. Tawanbar birin rêveberiya ewlekariyê ya Stenbolê. Rayedarên ewlekariya ragihandin ku 10 tawanabar ligel tarorîstên DAIŞê di nav têkiliyê de ne û hertim çûne cihê ku lê şer pêk hatiye.