Tirkiyê rêgirî li çûna “36 hezar” kesî bo nav DAIŞê kiriy

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje ku, wan nehêştiye çekdarên biyanî ji 124 welatan derbasî Sûriyê bibin.

K24- Navenda Nûçeyan

Dethilatdarên Tirkiyê diyar dikin ku, wan rêgirî li çûna bêhtir ji 36 hezar kesên biyanî bi nav rêzên DAIŞê kiriye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Avkan Ala li Enqerê ragihand ku, ji encama hevahengiya îstixbaratî ya ligel “welatên pêwendîdar”, dezgehên ewlekarî yên Tirkiyê nehêştine ku welatiyên biyanî ji 124 welatan bi mebesta tevlîbûna DAIŞê, derbasî Sûriyê bibin.

Welatên rojava û herêmî çendîn car diyar kirine ku, Tirkiyê çûna biyaniyan bo nav rêzên DAIŞê li Sûriyê hesan dike. Lê Enqere berdewam wê yekê red dike.

Avkan Ala got jî ku, Tirkiyê rijde li ser jinavbirina terorê û wiha pêde çû “Hêzên ewlekariyê 2 hezar û 896 kesên biyanî ku ji 29 welatan hatibûn tevlî DAIŞê bibin, girtine û ew vegerandine welatên wan.”

Wî wezîrê Tirkî amaje kir jî ku, Tirkiyê zanyarî dane 124 welatan, di dema ku welatiyên wan dixwestin berê xwe bidin Enqerê ji bo ku herin Sûriyê û tevlî DAIŞê bibin, wan welatan jî (bêyî ku wan bi nav bike) ew kes li cem xwe girtine.