Çavuşoglu derbarê grûpên terorîst de sosret axifî
Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar dike ku, ew grûpên terorîst li ser bingeha baş û xirab cuda nake.
K24- Enqere
Li Enqereyê 8emîn Konferansa Balyozan destpê kir. Di konferansê de hat diyar kirin ku ji bo Tirkiyê , di Rojhilata Navîn de hemû rêxistinên neyasayî di heman kategoriyê de ne
Konferans bi beşdarbûna balyozên ku li derveyê welat û yên di navenda Wezîrê Karê Derve de dixebitin pêk hat, konferans bi axaftina Wezîrê Karê Derveyê, Mevlût Çavuşoğlu ve destpê kir.
Çavuşoğlu di derbarê politikayên Tirkiyê yên derve de agahî dan û da zanîn ku “Tirkiyê terorîstan wek baş yan xirab cûda nake ligor Tirkiyê; PKK, DHKP-C, El-Qaide û El-Nûsra çî ye, PYD, YPG û DAIŞ ferq nake, hemû wekî hev in.”
Melût Çavûşoğlu got jî ku “Esed guh neda Tirkiyê ji ber wê yekê rewş wiha xirab bû. Divê Esed êdî biçe. Em yekîtiya axa Iraqê diparêzin. Aloziya di navbera Siûdî û Îranê de divê bidawî bibe. Li Herêmê pêdiviya aloziyê nîn e, pedîviya aştiyê heye.”
Navborî da zanîn jî ku, Tirkiyeê “yekîtiya Iraqê diparêze û hê jî bi Îsraîlê re li hev nehatin.”