Di teqîna Stenbolê de 5 kes hatin kuştin
Vê sibê li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çêbû û li gor agahiyên destpêkê 5 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar jî hene.
K24 – Stenbol
Vê sibê li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çêbû û li gor agahiyên destpêkê 5 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar jî hene.
Îro derdora saet 10.20 deqeyan teqînek çêbû û heta niha sedema wê nehatiye zanîn. Hat zanîn ku di encama teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne. Herwiha gelek polis û karmendên tendirûstiyê bo cihê teqînê hatin veguhestin.
Polîsan li derdora cihê teqînê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin lê hejmara wan heta niha nayê zanîn. Li gor agahiyan sedema teqînê tê lêkolînkirin.