NY 500 hezar dolar bo xwendina zarokên penaber kom dike

Netewên Yekbûyî (NY) destpêşxeriyekê pêşkêş dike bo 500 milyon dolar bom bike, bo 2 milyon zarokên Sûriyê yên penaber bi xwendin bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî (NY) destpêşxeriyekê pêşkêş dike bo 500 milyon dolar bom bike, bo 2 milyon zarokên Sûriyê yên penaber bi xwendin bide.

Nûnerê NY yê taybet bi karûbarên xwendinê Gordan Brwon di konfiranseke rojnamevaniyê de destpêşxeriyek eşkere kir, ku dê 500 milyon dolar bo xwendina zarokên li Libnan, Urdin û Tirkiyê kom bike, herwiha çareyekê jî ji malbatên wan re dabîn bike, bo berve Ewropayê koç nebin.

Herwiha Brwon got jî, ku armanc ji destpêşxeriyê ew e, ku 2 milyon zarokên Sûrî yên penaber di sala 2017an de bikaribin bixwînin.

Brwon diyar kir, ku dora 400 hezar zarokên Sûrî gihêştine Ewropayê, hîn dora 2 milyon zarokên din jî li Libnan, Urdin û Tirkiyê penaber in û got: “Heger em hewlekê bo xwendina wan zarokan nekin, dê bi hezaran zarok di kolanan de bin, ev yek jî dê metirsiyê li ser wan di warê kar û tevlîbûna wan nav refên rêxistinên terorê çê bike.”