Li Tirkiyê derheqê akademîsyenan de lêpirsînê tê vekirin
Desteya Xwendina Bilind ya Tirkiyê, derheqê akademîsyenên ku danezana " Em nabin hevparê vê sûcê" îmze kiribûn de, lêpirsînê vedike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Xwendina Bilind ya Tirkiyê, derheqê akademîsyenên ku danezana "Em nabin hevparê vê sûcê" îmze kiribûn de, lêpirsînê vedike.
Berî du rojan, ji 89 zanîngehên li Tirkiyê û welatên dîtir, ji hezarê zêdetir akademîsyenan, bi danezanekê dabûn xuyakirin, dewlet hemberî gelê kurd komkujiyê dike û divê gavek zûtir ji vê, vegere.
Ji Noam Çomsky heta Walerşitaynê, ji Amerîka heta Misrê hezar û 128 akademîsyenên biyanî û akademîsyenên Tirkiyê ev danezan îmze kiribûn.
Desteya Xwendina Bilind, da xuyakirin, danezana akademîsyenan piştevaniya terorê dike û di çarçoveya hiqûqî de çi pêwîst be dê were kirin.
Duh jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan di heqê daxuyanîya mamosteyan de de gotibû divê hemû dezgehên dewletê ji wan kesan bê paqijkirin.