Mafên şaredarên DBPê ji destê wan tên derxistin
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi tawana ku alîkarîya PKKê kirine derbarê 6 şaredarên navçeyên Diyarbekirê wek Dîcle, Farqîn, Sûr, Qulp, Bismil û Licê de lêpirsîn dabû destpêkirin.
K24 - Diyarbekir
Piştî operasyonên leşkerî yên li Bakurê Kurdistanê niha jî li dijî Şaredarên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) operasyonan destpê kiriye. Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi tawana ku alîkarîya PKKê kirine derbarê 6 şaredarên navçeyên Diyarbekirê wek Dîcle, Farqîn, Sûr, Qulp, Bismil û Licê de lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li navçeyên Diyarbekirê 3 hevşaredar û 15 endamên meclîsê hatibûn binçav kirin û gelek otomobîlên kar hatibûn desteserkirin. Cîgirê Serokwezirê Tirkiyê Numan Kurtulmuş derheqê şaredaran de wiha gotibû; “Welatiyan, ji bo xizmet ji wan re bêkirin dengê xwe dane we, ne ji bo hûn xendekan bikolin. Şaredarên ku piştgiriya xendekan dikin, xwestekên hilbijêrê xwe pêk nayînin. Yên ku derfetan bi vî awayî bikar bîne dê hesabê wê bide.“ Li ser vê yekê Hevseroka Şaredariya Kayapinarê jî bersîva gotarê Kurtulmuş da û got: “Kurtulmuş rast dibêje em bi dengên welatiyan bûne şaredar û em ê bi daxwaza wan jî herin. Tene ew dikarin biryara çûna me bidin.”
Di vê derbarê de Hevseroka Şaredariya Kayapinar a Diyarbekirê Fatma Arşimet: "Di demeke kurt de mifetîş hatin hemû şaredariyên me. Li şaredariyan pişkinîn hat kirin. Di wan pişkinînan de tiştekî ku di dest wan de hebe, di şaredariya me de ji aliyê bêrêtî ye ve tiştek hebe bila derkevin parve bikin."
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala jî DBP rexne kiribû û gotibû: “Ti sazi û dezgehên fermî nikarin derfetên ku terorîst jê sûdê verbigirin amade bikin. Armanca kolandina xendekan rakirina demokrasiyê ye.” Hiquqnas Mehmet Emîn Aktar ji Kurdistan24ê re ragihand ku “Operasyonên li ser şaredaran têne kirin ne hiquqî ne, ev helwesteke antîdemokratîk e.”
Parêzgerê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar wiha axifî: "Rojek berî rojekê divê hikûmet ji vê siyaseta xwe paşde gav bavêji, lê ew gava xwe paşde neavêjin û şaredaran ji erka wan dûrbixin di hilbijartinek nû de şaredarekî nû ew ê bi navekî nû bê hilbijartin."
Hat pêşniyarkirin ku şandina pereyên dewletê ya bo şaredariyên DBPê jî dê bê qûtkirin. Ji bo qûtkirina bûdceya şaredariyên DBPê ku ji sedî 90 ji navendê ve tê şandin pêşniyara Modela Brîtanyayê hat kirin. Li gor vê Modelê, pereyên ku navend dişîne bi cîbicîkirina hinek şertan tê dayîn. Lê eger şert neyên bicîhkirin dewlet dest dideyne ser wan pereyan.